• Thursday, 12 February 2026
logo

Konsolê Amerîka: Kiristiyanî li Herêma Kurdistanê di aramiyê de dijîn

Gulan Media August 25, 2019 Nûçe
Konsolê Amerîka: Kiristiyanî li Herêma Kurdistanê di aramiyê de dijîn
Konsolê Amerîka li Hewlêrê radigihîne, Kiristiyanî beşeke girîng a Iraq û Kurdistanê ne û li Herêma Kurdistanê di aramiyê de dijîn.

Konsolê Amerîka li Hewlêrê Steven Fagin ji K24ê re ragihand, li ser raspardina Serok û Cîgirê Serokê Amerîka hewlên cidî ji bo vegerandina Kirîstiyanan bo deşta Neynewayê didin.

Amaje bi wê jî kir, di proseya avedankirin û aramiya navçeyên wan, piştevaniyê ku Kirîstiyaniyan dikin.

Piştî hatina DAIŞê di sala 2014an de, Kirîstiyanên Iraqê ketin ber gefên DAIŞê û beşeke mezin ji parêzgeha Neynewayê koçber bûn û çûn derveyî welat û beşek jî hatin Herêma Kurdistanê û li wir dijîn.

K24
Top