Li başûrê Kerkûkê êrîş li welatî û Heşda Şeibî hate kirin
Jêderekî ji Polîsa Daqoqê ji K24ê re ragihand, derengê şeva bûrî destpêkê dengê baregeheke Heşda Şeibî hejmarek çekdarên nenas bi guleyan êrîşî welatiyên li yarîgeheke qezaya Daqoqê kirin.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniyekê de ragihand, di encama êrîşê de 5 kes hatine kuştin û 10 kes birîndar bûne û di nava wan de sivîl jî hene.
Bajarokê Daqoqê 35 K.M li başûrê Kerkûkê ye, Jêderên ewlehiyê ragihandin, êrîş bi mûşekên RBG-7 ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatiye kirin.
K24
