Herêm û Bexda rêkkevtin li ser pişikdarîkirina nwênerê Kurd di konfiransên nêvdewletî de
Di ragehandineke de, Fermnageha Peywendîyên Derveyê Herêma Kurdistanê aşkera dike , herdû alî gehiştin rêkkevtinê.
Li ser evê mijarê Barzan Cewher, pisporê peywendîyên nêvdewletî, di hevpeyvînekê de li gel Kurdistan 24 got: Ev rêkkevtine ji alîyê sîyasî, abûrî û peywendîyên nêvdewletî ve giringe, bi taybet her rêkkevtinek Îraq bike , Herêma Kurdistanê dê jê haydar be.
Berê Îraqê bê Herêma Kurdistanê pişikdarî di kongireyên nêvdewletî û rêkkevtina dikir; lew Herêma Kurdistanê haydarê naveroka rêkkevtina nedibû. Ev rêkkevtina herdû alîyan bo Herêna Kurdistanê giringe, we dike ku ew rêkkevtinên dihên encam dan, Hewlêr ji naveroka wan haydar be û pişikdar be di wajûkirina wan rêkkevtinan.
