Mar Nîtayêl Seman: Em şahidîyê didîn Herêma Kurdistanê, dergoşa hemû pêkhateyane
Mar Nîtayêl Seman, serokê Esqufên Ebreşî ya Siryanî ya Kasolîk li Kurdistanê dibêje: Gelê me nekare vegerin ser cih û warên xwe. Piranîya wan li Herêma Kurdistanê akincîne. Supas bo Herêma Kurdistanê. Hêvîya aramî û geşeya zêdetir bo Herêma Kurdistanê dixawzîn.
Herweha got: Em şahidîya wê yekê didîn ku Herêma Kurdistanê, dergoşa hemû pêkhateyane û hêvêya berdewamîyê jî bo evê sîyasetê dixwazîn.
Her li ser evê pirsê, her yek ji wezîrê ewqafa û karûbarê olî û wezîrê veguhaztin û gehandinê kirîstîyanan dil tenah dikin û tekez dikin li ser berdewamîya sîyaseta berê daku Kurdistan tim penageheke aram bo Kirîstîyanan bimîne.
K24
