• Thursday, 12 February 2026
logo

Îsraîl li Îraqê dest bi şer kiriye

Gulan Media August 25, 2019 Nûçe
Îsraîl li Îraqê dest bi şer kiriye
rayedarên Amerîkî ev yek eşkere kirine
Rojnameyeke Brîtanî li ser zarê rayedarên Amerîkî belav kiriye ku Îsraîl li Îraqê li dijî Îranê dest bi şereke nihênî kiriye.

Rojnameya Tames ya Brîtanî di raporteke xwe de behsa vê yekê kiriye ku ev çend care balefirên şer yên Îsraîlê di nava axa Îraqê de navendên çekdarên ser bi Îranê bordiman dike.

Rojnameya han behsa vê yekê kiriye ku rayedarên Amerîkî diyar kiriye ev navendên ku têne bordiman kirin cêyên çekdarên ser bi Îranê û herwiha navendên çek û cebelxane ya Îranê ne û ew yek jî nîşaneya vê yekê ye ku Îsraîl dest bi şereke nihênî li dijî Îranê li Îraq kiriye.

Top