Dr. Beşîr Hedad: Pêwîste penaberên Xurmatû vegerin
Dr. Beşîr Hedad îro roja îne 23-08- 2019an li Ofîsa xwe ya li Hewlêrê pêşwaziya şandêka kesayetî serokên hozên Xurmatuyê kir ku serokayetiya şandê Erselan Elî dikir. Di hevdîtinê da pirsên Xurmatuyê, rewşa xirab a kurdên Xurmatûyê, rûdawên 16î oktoberê nebûna rewşa emnî li navçeyê hatin gotûbêjkirin.
Dr- Beşîr Hedad çareseriya pirsa xelkê navçeya Xurmatûyê û dabînkirina xizmetguzariyan pêwîst zanî ye.
Herwiha Hedad daye zanîn ku divê ew hewl bidin aramiyê bo bajêr dabîn bikin û bo ku xelk di rewşeka emnî û aram da bijî. Herwiha kurdên bûne penaber jî vegerin Xurmatûyê û xelkê navçeyê hemû pêkva li navçeyên bijîn.
Basnews
