• Thursday, 12 February 2026
logo

Îran: Me çekên Layzer çê kirine

Gulan Media August 24, 2019 Nûçe
Îran: Me çekên Layzer çê kirine
dibêje emê berevanî ji cêyên xwe yên steratejîk bikin
Rejîma Îranê behsa vê yekê dike ku çekeke nû ya Layzer (laser) çê kiriye.

Di vê derbarê de Cîgirê wezîrê berevanî yê Îranê Şahrox Şehram eşkere kiriye ku Îran bi mebesta berevanî kirin ji navendên hesas û steratejîk yên xwe li hember her cure êrîşekî, çekeke nû ya layzer çê kiriye.

Şehram behsa vê yekê kiriye ku niha ev çek di destê artêşa Îranê deye ku artêşa Îranê bi sêya vê çekê dikare gelek bi başî berevanî ji navend û cêyên steratejîk yên xwe bike.

Top