IHDê bang li NY û YEyê kir ku li beramber tundûtûjiya polîsan bêdeng nemîne
Komeleya Mafên Mirovan, bang li saziyên navdewletî kir ku li beramber tundûtûjiya polîsên Tirkiyê bêdeng nemînin ya ku li himberî kesên danîna qeyûman protesto dikin, bikar tînin.
Di daxuyaniya Komeleya Mafên Mirovan de tê gotin ku: "Polîs li beramber parlamenterên HDPê, siyasetmedar, parêzer, rojnamevan û beşên din ên civakê îşkenceyê bikar tîne û bi awayekî xirab ligel wan tevdigerin û ev êrîş jî berdewam in."
Li gor daxuyaniya Komeleya Mafên Mirovan, piştî danîna qeyûman bo hersê şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê, nêzîkî 1000 kesî hatine desteserkirin û mafê protestoyên aştiyane û azadiya ramanê hatine binpêkirin. Herwiha polîsan li beramberî zarok, jin, kêmendam û ciwanan tundûtûjî bikar anîne.
Komeleya Mafên Mirovan daxwaz dike ku dawî li îşkence û tundûtûjiya li beramber kesên danîna qeyûman protesto dikin, girtin û desteserkirinan were anîn û herwiha ji saziyên navdewletî jî dixwaze ku li beramber van kiryaran bêdeng nemînin.
Rudaw
