DAIŞê Diyale bi hawinan topbaran kir
Jêderekî ewlehiyê li parêzgeha Diyala ragihand, şeva bûrî di encama topbarana xaleke pişknînê ya hêzên Iraqî li navçeya Haşimiyat li rojavayê Diyale polîsek hat kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûn.
Hevdem di operasyoneke lêgerîn û pişknînê ya hêzên ewlehiyê li çend navçeyên parêzgeha Enbarê de jî, 6 çekdarên DAIŞê hatin desteserkirin.
Ev di demekê de ye, duhî bi sedema teqînekê li bazareke qezaya Moseyî ya parêzgeha Babilê 39 kes birîndar bûn û li gor jêderan teqîn bi riya motorsîkleke bombekirî bû.
