• Friday, 13 February 2026
logo

Hewlêr û Bexda li ser xalekî rêkeftin!

Gulan Media August 24, 2019 Nûçe
Hewlêr û Bexda li ser xalekî rêkeftin!
Fermangeha peyvendiyên derve ya hikûmeta herêma Kurdistanê radigehîne ku Hewlêr û Bexda li ser xalekî geheştine rêkeftinê.

Fermangeha peyvendiyên derve bi daxuyaniyekî ve ragehand, li gel wezîrê derve yê Iraqê rêkeftine ku li ser beşdar kirina nûnerê herêma Kurdistanê li hemû konferansên navnetewî yên ku Iraq beşdarî bike de amade be.

Pisporê peyvendî û yasayên navnetewî Çiwas Hesen ji BasNewsê re ragehand, ev rêkeftine bo pêşeroja Hewlêrê giring e, ji ber ji naha û pê de her konferans û kongreyekî navnetewî pêkbê, nûnerê herêma Kurdistanê dê ji naveroka wê bê agahdar kirin û dikare rêgir be li her rêkeftinekî dijî herêma Kurdistanê.

Basnews
Top