• Thursday, 12 February 2026
logo

Serok Barzanî peyamekî serxweşiyê ji Wezîrê Pêşmerge re şand!

Gulan Media August 24, 2019 Nûçe
Serok Barzanî peyamekî serxweşiyê ji Wezîrê Pêşmerge re şand!
Serok Mesûd Barzanî peyamekî serxweşiyê ji wezîrê Pêşmerge re şand.

Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî peyam waha ye:

Ji bo birêz Kak Şoreş Îsmaîl Wezîrê Pêşmergeyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Bi xemeke zêde ve nûçeya koça dawî ya dayika we ya birêz gihîşt me.

Bi vê helkefta xemgîn ve serxweşiyê li we û malbat û kesukar û nasên we dikîn û xwe bi hevbeşê xema we dizanîn.

Ji xwedayê mezin hêvîdarîn xwedê jêraziyê bi bihûşta fireh şad bike û sebir û hedarê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
23.08.2019

Top