Pentagon: Em rêgir bûyin ji destwerdana serbazîya Tirkiyê li bakura Suriyê
Şon Robirtson, got jî: Têgehijtina hevpişik û gotûbêjên me li gel Tirkiyê bûyine rêgir li pêşîya destwerdana serbazîya Tirkiyê li bakura Suriyê.
Di dîdarekê de li gel kenala Elhure ya Emerîkayî, got jî: Wezîrê berevanîya Emerîkayê û hevtyayê wî Tirkî pêngavên cidî havêjtine daku bigehin bi têgihêjtineke hevpişik.
Herweha got jî: Dabînkirina asayîşa sinûr di navebra Tirkiyê û bakura Suriyê bo herdû alîyên Tirkî û Kurdî giringe.
Xuya jî kir, Ev nexşe rê desteteberê wê yekê dike ku ti pêkdadan û girjî li deverên sinûrî çê nebin.
Amaje bi wê yekê jî kir ku bizoka bingehîya evê pilanê, bawerîya pentagon ye bi rewayî ya metirsîyên Enqereyê li beranber hinek girûpên Kurdî.
K24
