• Friday, 13 February 2026
logo

Her sê serokatiyên Bexdayê daxwaza lêkolînê dikin li teqînên kogehên çekan

Gulan Media August 23, 2019 Nûçe
Her sê serokatiyên Bexdayê daxwaza lêkolînê dikin li teqînên kogehên çekan
Her sê serokatiyên Iraqê daxwaza lêkolînê di teqînên kogehên çekan dikin û daxwaza parastina serweriya asmanê Iraqê ji Hevpeymaniya Navdewletî dikin.

Îro pêncşêmê 22- 08- 2019an li koşka Selam li Bexdayê Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî, Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî civiyan û dawî guhertin û pêşhat gengeşe kirin bi taybetî jî pirsa teqînên kogehên çekdên Heşda Şebî.

Her sê serokatiyên Iraqê tekez dikin ku welatê wan şerê bi wekalet red dike û pêwîste jî serweriya xaka Iraqê li ber çavan bê girtin û rê neyê dayîn ku welatê wan bibe pêgehek ji bo êrîşkirina ser welatên cîran.

Di daxwiyaniya her sê Serokatiyên Iraqê de daxwaz ji Hevpeymaniya Navdewletî kirine ku pabend be bi parastina û alîkarîkirina Iraqê li dijî her binpêkirinek ji serweriya xaka Iraqê bê kirin.

Basnews
Top