Çîftyurek: Ji gelê Kurd re dibêjin hûn hilbijêrin jî emê qeyûman danin
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya nerazîbûnên danîna qeyûman de çalakiyên xwe bê navber berdewam dike; HDP çalakiyên xwe yên bi dirûşma “Emê kolanan bernedin” di roja 4an de jî li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê her geştir dike.
Li bajarê Amedê, HDPê berevajiyê 3 rojên bihorî ku xwepêşandanên xwe li ber avahiya şaredariya Bajarê Mezin a Amedê encam dida, di roja çarem de li taxa Ofîsa Amedê encam da.
Roja pêncşemê saet 12an de beşek ji parlementerên HDPê û nûnerên beşek partiyên Kurdistanî, serok û nûnerên jûrên bajêr di bin çavdêriya hêzên Asayîşa Amedê de hatin li derê Plazaya AZC ya Amedê û kom bûn.
Piştî gotûbêjên dûr û dirêj, Asayişa Amedê derdora girseyê dorpêç kir û destûr ji konferanseke rojnamevanîre hate dayîn.
Parlementerê HDPê yê Wanê, Hişyar Ozsoy di daxuyaniyekê de ragihand: “Dema me neheqiya li ser xwe şermezar kir, divê em bi rêbazake demokratîk vê yekê bikin, divê em xisarê nedin welatiyên xwe.”
Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê, Sînan Çîftyurek jî di vê konferansa rojnamevanî de got: “Ji Gelê Kurd re dibêjin hûn çiqas hilbijêrin jî, emê qeyûman bînin ser we.”
Yek ji piştgirên çalakiyên îro yên Amedê jî Parlementerê Hatayê yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê, Bariş Atay bû ku ew di hilbijartinên borî de ji lîsteya HDPê ketibû parlamentoya Enqerê.
Barış Atay da xuyakirin, ku qeyûm tenê li dijî îradeya Kurdan nehatiye danîn û daxwaza helwesteke xurt li aliyên opozisyona Tirkiyê kir.
Atay got: “Qeyûm ne tenê hatiye ser îredaya Kurdan; divê aliyê opozîsyonê vê yekê baş bizanibe heke îro ew li cem Kurdan cîh negirin ewê li hember AKPê herkes jar û lawaz bimîne.”
Partiya Demokratîk a Gelan bi rêzeçalakî û xwepêşandanan dixwaze ku dengê xwe li nav welat û cîhanê zedetir bike, hin dengdêrên HDPê jî pê bawer in ku tu fonksîyana van çalakiyên bi vê rengê nîne û divê HDP ji parlamentoya Tirkiyeyê vekişe; lê parlamenterên HDPê dibêjin em dest ji parlamntoya Enqerê bernadin.
Parlementerê HDPê yê Amedê, Nusret Maçîn di vê derbarê de ji Rûdawê re got: “Parlamento ji bo me kozike em wê derê jî bernadin û emê siyasetê bi rêbazên demokratîk bikin.”
Her çend HDP û alîgirên wê danîna qeyûman wek kodetayeke sîyasî bibînin jî Serokê Şaxa Amedê ya AK Partiyê, Suleyman Serdar Bûdak ne di wê baweriyê de ye
Suleyman Serdar Bûdak dibêje: “Tu dewletek rê nade ku şaredariyên wê ji aliyê terosrîstan ve were birêvebirin; piştî ku hatine hilbijartin ka çi kirin hemû fermanên ku ji çiya ji wan re dihata disepandin.”
Ji aliyekê din de destlêwerdana nerazîbûnên çalakiyên li bajarên Tirkiyeyê jî berdewam in herî dawî di encama destlêwerdana çalakiya bajarê Îzmîrê de 26 parêzer ji aliyê hêzên Asayîşê ve hatine binçavkirin
Rudaw
