• Thursday, 12 February 2026
logo

Bi egera PKKyê û burdûmana Tirkiyê 18 gundên devera Etroş hatin çolkirin

Gulan Media August 23, 2019 Nûçe
Bi egera PKKyê û burdûmana Tirkiyê 18 gundên devera Etroş hatin çolkirin
Xelkê gundên bajaroka Etroşê li sinûrê parêzgeha Duhokê, bi egera hebûna çekdarên PKKyê li deverê û hêrişa firokeyên cengîyên Tirkiyê hevrûşî tirs û nîgernîyê bûne û bi egera evê yekê jî koça gundîyan ber bi navenda bajarokê û deverên din destpêkirîye.

Xelkên wan deveran daxwaz ji PKKyê dikin, ji deverên wan dûr bikevin û êdî nebin egera zîyan gehandin û têkdana jîyana hevwelatîyên wê sinûrê.

Li ser evê mijarê Serdar Yehîya,Qaymeqamê, qezaya Şêxan naveşêre ku hebûna PKKyê metirsî li ser deverê heye û aşkera dike ku hebûna PKKyê li wan deverên wê sinûrê zêde bûye.

Amaje bi wê yekê jî dike ku ev rewş bûye egera çolkirina gundên deverê û koçkirinê ber navenda qeza û nahyeyan û zîyan gihaye kerta çandinê û avedankirina gundan.

Dibêje jî: Tenê li sinûrê nahyeya Etroşê 18 gund bi evê egerê hatîne çolkirin.

Li gor axivtinên gundî yên deverê, bi van dawîyan bizav û liva gerîlayên PKKyê li deverê zêdetir bûye.

K24
Top