• Friday, 13 February 2026
logo

Rastiya pişt wêneyê Koşka Elysee çî ye?

Gulan Media August 23, 2019 Nûçe
Rastiya pişt wêneyê Koşka Elysee çî ye?
Serokwezîrê nû yê Brîtanyayê Borîs Johnson duhê pêncşem serdana paytexta Fransayê Parîsê kir û Serokê Fransayê Emanuel Macron li Koşka Elysee pêşwazî lê kir.

Wêneyekî hevdîtina Emanuel Macron û Borîs Johnson di medyaya civakî da belav bû û gelekî deng veda.Borîs Johnson ku weke Donald Trumpê Brîtanyayê tê naskirin di wî weneyî da dihête dîtin ku piyekî xwe avêtiye ser masê.

Ligor raporteka televizyona BBCyê rastî ne wisa ye ku xelk weke bêrêziyê dinirxînin. Serokê Fransayê Emanuel Macron ji Boris Johnson ra gotiye ligor dilê xwe piyê xwe dirêj bike.

Basnews
Top