• Friday, 13 February 2026
logo

Hevpeymaniyê alîkariyên serbazî derbasî rojavayê Kurdistanê kirin

Gulan Media August 23, 2019 Nûçe
Hevpeymaniyê alîkariyên serbazî derbasî rojavayê Kurdistanê kirin
Hevpeymaniya Navdewletî 200 barhilgirên tijî alîkariyên serbazî derbasî rojavayê Kurdistanê kir.

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan belav kiriye, ku Hêzên Hevpeymanya Navdewletî ya li dijî DAIŞê karwanek din a alîkariyên leşkerî, ku ji nêzîkî 200 barhilgiran pêk dihat, ji herêma Kurdistanê derbasî navçeyên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokrat li rojhilatê çemê Firatê kirin e.

Di vê mehê de, Hêzên Hevpeymanan dû carên din jî, alîkariyên serbazî ji herêma Kurdistanê derbasî rojavayê Kurdistanê kiribû, ku di rojên 2 û 6ê vê mehê de jî, bi dehan barhilgirên tijî alîkariyên serbazî derbasî rojavayê Kurdistanê kiribû.



K24
Top