Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan penageha hemû bindestdane
Serokherêm Nêçîrvan Barzanî bi rêya tora civakî ya Twîterê ragehand: Li roja cîhanî ya bîreweriya tundutîjiya dijî ol û baweriyan, piştirastiyê dideyn, ku Herêma Kurdistanê dê her mînît penageheka aram bo hemû yên, ku ji bindestî û tepeseriyê direvin.
Da zanîn jî: Herêma Kurdistanê dê berdewam di nav sinorên xwe da û ji derve jî azadiya olî parêzît û bangeşeyê bo ket.
Waar.tv
