• Thursday, 12 February 2026
logo

Parlementerê AKPê, Yeneroglu: Zilma li Wanê hat kirin nayê qebûlkirin

Gulan Media August 22, 2019 Nûçe
Parlementerê AKPê, Yeneroglu: Zilma li Wanê hat kirin nayê qebûlkirin
Parlementerekê AK Partiyê yê Stenbolê, Mustaf Yeneroglu di derbarê êrîşên polîsan bo ser xwepêşanderên Wanê de ragihand ku kesên ev zilm li hemberî welatiyan Wanê encam dane, divê demildest ji kar bêne dûrxistin û bêne dadgehkirin.



Parlementerê AKPê yê Stenbolê, Mustaf Yeneroglu li ser hesaba xwe ya twitterê, têkildarî destwerdana tund a hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê di xwepêşandana Wanê de û lêdana xwepêşanderan bertek nîşan da.



Mustaf Yeneroglu nerazîbûna xwe aşkere kir û ragihand, ku ew dîmenên destwerdana polîsan ên li bajarê Wanê, dîmenên tirsnak in û bi vê kiryarê tevahiya hêzên polîs di bin tohmetekî cidî de dimînin.



Yeneroglu dibêje, divê kesên ku ev zilm li dijî xelkê Wanê pêk anîne, demildest ji kar bêne dûrxistin û bêne dadgehîkirin.



Wî parlamenterê AK Partiyê herwiha gotiye jî, tişta hatî kirin tirsnak e û nabe ku li hemberî xelkê bi vî awayî hêz bê bikaranîn.


Mustafa Yeneroğlu

@myeneroglu
Van'daki bu görüntüler korkunç! Hukuk içinde görevini yapan emniyet güçlerimizi de zan altında bırakan bu vahşet kabul edilemez! Vatandaşlarımıza bu zalimliği reva gören kişilerin bir an evvel görevden alınması ve yargılanması için gereken mutlaka yapılacaktır.



Roja bihorî Çarşemê di çarçoveya nerazîbûnên li dijî danîna qeyûman de, li Wanê xwepêşandanek hatibû lidarxistin.



Hêzên polîs bi tundî destwerdan kiribûn, ku di encamê de Seroka Şaredariya Wanê ya ji kar dûrxistî Bedia Ozgokçe û çend kesên din birîndar bûbûn.


Top