• Thursday, 12 February 2026
logo

HUDA-PAR: Jikardûrxistina şaredaran ne yasayî û ne çareserî ye

Gulan Media August 22, 2019 Nûçe
HUDA-PAR: Jikardûrxistina şaredaran ne yasayî û ne çareserî ye
Nûnerê HUDA-PARê li Herêma Kurdistanê derbarê destdanîna ser şaredariyên HDPê û erkdarkirina qeyûman de ragihand, heger sûçekî wan şaredaran hebe, divê çareserî bi riya dadgehê be.

Nûnerê HUDA-PARê li Herêma Kurdistanê Ebdilsemed Yalçin ji K24ê re ragihand, li Tirkiyê hêvî hebûn destêwedana hikûmeta navendî di karê şaredariyan de yan bê rakirin yan bê kêmkirin, lê li şûna wê yekê kesên bi hilbijartinan bûna şaredar, ji karê hatin dûrxistin. Bi vî rengî hem siyasetê û hem hiqûqê ziyan dîtiye.

Diyar kir jî, heger çi pirsgirêkek yan tawanek ji aliyê şaredaran ve hebe, divê çareserkirina wê ne bi destê Wezîrê Navxwe yan parêzgarê wî bajarî be, ji ber ku ew ne tiştekî yasayî ye.

Herwiha got: Heger sûçekî wan şaredaran hebe, divê çareserî bi riya dadgehê be, heger dadgehê ceza li wan birî, wê demê rênimayên yasayî yên pêwîst tên girtin, lê tiştê niha bûye, ne çareserî û ne tiştekî yasayî ye.

Yalçin amaje bi wê yekê jî kir, her du alî, çi aliyê şaredarên ji kar hatine dûrxistin û çi aliyê hikûmetê, ew li aramiyê nagerin, heger li aramiyê bigeriyana rewş nedigihîşt vê astê.

K24
Top