4 leşkerên Tirkiyê li çiyayê Cûdî hatin kuştin
Li çiyayê Cûdî yê Şirnaxê ev 2 roj in operasyona leşkerî berdewam dike, duhî 3 leşkerên Tirk birîndar bûbûn û piştre li nexweşxanê canê xwe jidest dan.
Parêzgeriya Şirnaxê duhî bi daxuyaniyekê kuştina leşkerekî û birîndarbûna 3 leşkeran ragihandibû, lê îro da zanîn ku ji ber giraniya birînên wan, ew 3 leşker li nexweşxanê canê xwe jidest dane.
Li gorî daxuyaniyê, leşkerên wan li navçeya Silopî ya Şirnexê dema di operasyonê de bûn, rastî êrîşa gerilayên PKKê hatibûn.
Ji aliyekî din ve, ji encama bombebarana firokeyan li ser gundên binara çiyayê Cûdî yên wek Çolya, Hesana, Şaxê û Heblerê agir bi daristanan ketiye.
K24
