Li Serdeştê pasdarekî Îranê hat kuştin
Navenda Ragihandinê ya Supaya Pasdaran a Îranê li Urmiyê di daxuyaniyekê de eşkere kiriye ku roja Sêşemê pasdar Elî Peyxamî Xuşemêhr di dema bicihkirina erkê xwe de li bilindahiyên çiyayê Qendîlê li ser sînorê bajarê Serdeştê hatiye kuştin.
Biryar e îro termê wî li bajarê Binabê yê parêzegha Azerbeycana Rojhilat bê veşartin.
Di daxuyaniya Supaya Pasdaran de behsa hûrgiliyên kuştina wî pasdarî nehatiye kirin.
Rudaw
