• Friday, 13 February 2026
logo

Wezîra Berevaniya Almanyayê li Hewlêrê serdana leşkerên welatê xwe kir

Gulan Media August 21, 2019 Nûçe
Wezîra Berevaniya Almanyayê li Hewlêrê serdana leşkerên welatê xwe kir
Wezîra Berevaniya Almanya, Annegret Kramp-Karrenbauer li Hewlêrê ye û îro li gel berpirsên Herêma Kurdistanê dicive. Annegret Kramp-Karrenbauer herwiha serdana fêrgeha leşkerî ya welatê xwe ya li Hewlêrê kir.



Wezîra Berevaniya Almanyayê, Annegret Kramp-Karrenbauer tevî Fermandarê Hêzên Pêşmergeyên Zêrevanî, General Ezîz Weysî li Hewlêrê serdana fêrgeheke leşkerî ya wî welatî kir, ku şêwirmendên almanî têde rahênanê bi Hêzên Pêşmerge dikin, û li wê derê li gel fermandeyên Hêza Pêşmerge û Şêwirmendên Leşkerî yên welatê xwe civiya.



Herwiha biryar e îro piştî nîvro Annegret Kramp-Karrenbauer li gel herdu wezîrên Pêşmerge û Navxwe yên Herêma Kurdistanê jî bicive.



Wezîra Berevaniya Almanyayê piştî hevdîtin û civînên xwe yên li Herêma Kudistanê, dê konferanseke rojnamevanî saz bike û têde naverok û armanca serdana xwe bo Bexda û Hewlêrê aşkere bike.



Almanya endamekî çalak ê Hepeymaniya Navdewletiya Li Dijî DAIŞê ye û her ji destpêka sere DAIŞê ve, roleke bi bandor di alîkariya Hêzên Pêşmerge de hebû û zêdetir ji 2 hezar ton çek û teqemenî ji Herêma Kurdistanê re şand.



Herwiha Almanya yek ji wan welatan e, ku hewl didin Hêzên Pêşmerge bikin hêzeke yekgirtî.



Wezîra Berevaniya Almanya duh li Bexdayê li gel Serokomarê Iraqê, Berhem Salih û Serokwezîr, Adil Ebdullmehdî civiyabû û bi wan re behsa alîkariya mirovî û rûbirûbûna gefên DAIŞê kiribû.



Annegret Kramp-Karrenbauer kê ye?





-9ê Tebaxa 1962an li Elmanyaya rojava jidayîk bûye



-Ji 1985-1988an seroka Komeleya Jinan a Partiya Yekîtiya Krîstiyanên Demokrat bûye



-Ji Adara 1998an heya Cotmeha heman salê endama parlemenê bûye



-Ji 1999an heya 2018an endama encûmena herêma Sarland bûye



-Ji 2011an heya 2018an serokwezîra herêma Sarland bûye



-Ji 7ê Kanûna 2018an ve seroka Partiya Yekîtiya Krîstiyanên Demokrat e



-Di 17ê Tîrmeha îsal de bûye Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê




Rudaw
Top