• Friday, 13 February 2026
logo

Wan: Di mudaxaleyên polisan de welatiyek û parlamenterêk birîndar bûn

Gulan Media August 21, 2019 Nûçe
Wan: Di mudaxaleyên polisan de welatiyek û parlamenterêk birîndar bûn
Li Wanê, parlamenterên HDPê yên herêmê, hevşaredar, rêveberên bajar û navçeyan ên HDPê, xwestin li dijî tayînkirina qeyyûman a Amed, Wan û Merdînê şermezar bikin.

Girseya ku xwest ji avahîya HDPê ya şaxa Wanê ber bi Parqa Feqiyê Teyran ve bimeşê, rastî êrîşa polisan a bi ava hez û gazê hat. Dema êrîşê, parlamenterê HDPê yê Agiriyê Abdullah Koç, hevşaredera Wanê Bedîa Ozgokçe û welatiyek birîndar bûn hinek parlementer ji ave tesîra nebaş dîtin.

Li gel mudaxaleya polisan jî çalakî didomin.
Top