• Friday, 13 February 2026
logo

DAIŞê li Mendelî êrişî hêzên Iraqî kir – Herî kêm serbazek hat kuştin

Gulan Media August 21, 2019 Nûçe
DAIŞê li Mendelî êrişî hêzên Iraqî kir – Herî kêm serbazek hat kuştin
Li bajarokê Mendelî yê parêzgeha Diyale ya Iraqê, çekdarên DAIŞê êrişî hêzên Iraqî kirin û herî kêm serbazek kuştin.

Berpirsê komîteya YNKê li bajarokê Mendelî, Kemal Mistefa ji BasNewsê re got, şeva borî li gundê Neda, ku dikeve nêzîkî Mendelî, çekdarên DAIŞê êrişî hêzên Iraqî kirin.

Kemal Mistefa da zanîn, di wê êrişê de herî kêm serbazek hat kuştin û 2 serbaz jî birîndar bûn.

Berpirsê komîteya YNKê anî ziman, nayê zanîn ka çekdarên DAIŞê jî di wî şerî de hatine kuştin yan na lê hêzên artêşa Iraqê dora wî cihê ku şer lê qewimîbû, girtine.


Basnews
Top