Bi sedema PKK û burdûmanên Tirkiyê Kirîstîyanên Berwarî Bala gundên xwe çol dikin
Gundî yên Krîstyanên wê deverê jî ku ber bi deverên aram hatine, daxwaz ji PKK û Tirkiyê dikin Kurdistanê nekin kaxa şer û dibêjin: Pêwîste Tirkiye û PKK milmlanê yên xwe li bakûrê Kurdistanê yek alî bikin.
Ji bilî ku bi sedema şer û budûmanên rûbereke mezin ji pawan û rez û baxên wan hatîne şewitandin, welatîyên deverê naveşêrin ku wan tirs û nîgeranî hene û metirsî li ser jîyana wan heye û jîyana wan li wan deveran dijware.
25 gundên Kirîstanan li devera Berwarî Bala hene û li gor zanîyarîyên Kurdistan24ê piranîya wan gundan bi egera hebûna PKKyê û burdûmana Tirkiyê bi temamî hatîne çolkirin, nemaze jî gundên: Hêsê,Mêrga, Cuya, Melxte, Serdeşt, Xware, Eyatê, Tişîşê û Tîşembîyê. Yên din jî metirsîya çolkirinê li ser in.
K24
