• Friday, 13 February 2026
logo

Wezîra berevaniya Almanya serdana Bexda dike!

Gulan Media August 20, 2019 Nûçe
Wezîra berevaniya Almanya serdana Bexda dike!
Wezîra berevaniya Almanya serdana paytexta Iraqê Bexdayê kir û li gel serokwezîrê Iraqê civiya.

Îro 20.08.2019ê wezîra berevaniya Almanya Annegret Kramp-Karrenbauer ji bo serdanekî fermî geheşt Bexdayê.

Ofîsa ragehandina serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ragehand, piştî geheştina wezîra berevaniya Almanya Annegret Kramp-Karrenbauer li gel serokwezîrê Iraqê Ebdulmehdî civiya ye.

Piraniya şandeyên bilind ên cîhanê serdana Bexdayê dikin, piştre jî serdana Hewlêrê dikin, lê hîn nayê zanîn wezîra berevaniya Almanya dê serdana herêma Kurdistanê bike yan na.

Basnews
Top