Li Fînlandê Kurdên Rojhilat li dijî serdana Zerîf xwepêşandan kirin
Ew xwepêşandan ji aliyê nûneratiyên partiyên endamên Navenda Alîkariya Partiyên Kurdistana Îranê ve hatibû rêkxistin. Endam û alîgirên wan 4 partiyan li bajarê Helsînkiyê meşiyan.
Xwepêşanderan li dijî Komara Îslamî dirûşm gotin û daxwaz kirin ku welatên Ewropayê alîkariya Îranê nekin.
Wezîrê Derve yê Îranê bi serdanekê li welatên Skandînavî ye, û li gel serokomar û wezîrên derve û bazirganî yên wî welatî civiya.
Li ser civînên xwe yên bi berpirsên Fînlandê re, Zerîf ragihandiye, civînên wî encamên erênî hebûne.
Mihemed Cewad Zerîf piştî Fînlandê serdana welatê Swêdê kir û biryar e serdana Norwêjê jî bike.
Medyayên Îranê dibêjin, eger heye Zerîf serdaneke kurt jî bo Fransa hebe.
Rudaw
