• Friday, 13 February 2026
logo

Ewropa ji rewşa Bakûr nîgeran e û daxwaza destpêkirina “pêvajoyeka nû” dike

Gulan Media August 20, 2019 Nûçe
Ewropa ji rewşa Bakûr nîgeran e û daxwaza destpêkirina “pêvajoyeka nû” dike
Yekitiya Ewropayê li hember ji kar dûrxistina serokên şaredariyên bajarên Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve “nîgeraniyek kûr” nîşan da û daxwaz kir pêvajoyeka nû dest pê bike.

Yekitiya Ewropayê (YE) derbarê dûrxistina şaredarên bajarên Diyarbekir,, Wan û Mêrdîn yên Bakûrê Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve danîna qeyûman li cihê wan û herwiha desteserkirina hejmareke zêde ya xelkê, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya Yekitiya Ewropayê de tê gotin ku danîna qeyûman li cihê şaredarên ku bi rêyên demokratîk hatine hilbijartin, çavkaniya nîgeraniyeke kûr e û dibe sedema lêpirsînkirina encamên demokratîk ên hilbijartina 31ê Adarê.

Di daxuyaniya YE de herwiha tê diyarkirin, ji kardûrxistin û desteserkirina siyasetmedarên xwecihî û danîna qeyûman li dewsa wan, di asta xwecihî de rîska bê nûnertî û ziyangihandina bo demokrasiya xwecihî bi xwe re tîne.

Yekitiya Ewropa dibêje, “Her çiqas hikûmeta Tirkiyê di têkoşîna li dijî terorê de xwedî mafekî rewa be jî, divê ev li gor destûr û hiqûqê û mafên sereke yên navdewletî ku Tirkiye jî wan qebûl dike, bê kirin….”

Di daxuyaniyê de tê aşkerekirin ku Yekitiya Ewropayê êrişên terorî yên li Tirkiyê gelek caran û bi awayekî zelal şermezar kirine û tê gotin, “Lêbelê em banga destpêkirina pêvajoyeke pêbawer a siyasî ji bo bidestxistina çareseriyeke aştiyane dupat dikin.”

Basnews
Top