• Friday, 13 February 2026
logo

Li Şemzînanê teqîn: Kesekî canê xwe ji dest da

Gulan Media August 19, 2019 Nûçe
Li Şemzînanê teqîn: Kesekî canê xwe ji dest da
Li Şemzînanê di encama teqînekê de kesekî canê xwe ji dest da.



Li gundê Deman ê nêzî navçeya Şemzînan a Bakûrê Kurdistanê, li ser rêya ku diçe bo binkeya leşkerî ya li wê deverê, teqînekê rû da.



Li gor zanyariyan bombeyeke ku li ser rêya diçe bo binyeke leşkerên Tirkiyê, hatibû vedan, di dema derbasbûna kamyoneke ku kelûpel vediguhastin bo wê bikeya leşkerî, teqiyaye.



Hat zanîn ku di encama teqînê de ajokarê wê kamyonê yê bi navê Sezar Sonmez canê xwe ji dest da.



Parêzgariya Colemêrgê derbarê teqînê de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku lêkolînên wan berdewam in.

Rudaw
Top