• Friday, 13 February 2026
logo

Li Amedê di navbera alîgirên HDPê û polîsan de şer û alozî derket

Gulan Media August 19, 2019 Nûçe
Li Amedê di navbera alîgirên HDPê û polîsan de şer û alozî derket
Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê di navbera alîgirên HDPê û hêzn polîs ên Tirkiyê de alozî derket.



Îro bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, serokên şaredariyên hersê bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê ji kar hatin dûrxistin û li şûna wan waliyên wan parêzgehan hatin erkdarkirin.



Ji ber vê biryarê, li Amedê alîgirên HDPê nerazîbûn nîşan dan û xwestin kombûneke nerazîbûnê li dar bixin, lê rastî destwerdana hêzên ewlekariyê hatin.



Di encamê de di navbera alîgirên HDPê û hêzên polîs de alozî derket û hêzên polîs ji bo belavkirina alîgirên HDPê, ava şid bikar anî.

Rudaw
Top