• Friday, 13 February 2026
logo

HDP: Destdanîna ser şaredariyan derbeyeke nû ya siyasî ye

Gulan Media August 19, 2019 Nûçe
HDP: Destdanîna ser şaredariyan derbeyeke nû ya siyasî ye
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) radigihîne, Destdanîna ser şaredariyan derbeyeke nû ya siyasî ye. HDP bang li aliyên demokratîk ên Tirkiyê dike ku ev ne tenê pirsa HDP û pirsa Kurdan e.

Îro bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi bihaneya bangeşeya bo terorê, şerdarên HDPê yên Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Adnan Selçuk Mizraklî, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Hevşaredara Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan ji kar hatin dûrxistin.

Navenda Giştî ya HDPê di derbarê jikardûrkirina şaredarên xwe daxûyaniyek belav kir û nerazîbûneka tûnd nîşan da.

HDP dibêje biryara hikûmeta Tirkiyê li dijî viyana Kurdan dijminahiyeke eşkere û derbeyeke siyasî ye. Hikûmeta Tirkiyeyê di hilbijartinê de ser neket, lê niha bi darê zora dewletê dest datîne ser şaredariyan.

Navenda Giştî ya HDPê dibêje: “Hevşaredarên me ku li Amedê bi rêjeya 63 ji sedî, li Mêrdînê bi rêjeya 56 ji sedî û li Wanê jî bi rêjeya 53 ji sedî hatin hilbijartin bi fermana ji derewan û hincetên bêhiqûqî yên Wezareta Karên Hundir ji wezîfeyê hatin dûrxistin. Li dijî endamên me yên meclîsa şaredariyan û xebatkarên şaredariyan operasyoneke giran a destgîrkirinê tê kirin.”

Herwiha dibêke: “Ev yek darbeyeke nû û siyasî ye. Di heman demê de helwesteke dijminane ye li dijî îradeya siyasî ya gelê Kurd. Wezareta Navxwe navenda darbeyê ye, maşekêşa kiryar û biryarên li dijî demokrasiyê ye, navenda provokasyon û desteserkirina azadî û mafane.”

HDP bang li aliyên demokratîk ên Tirkiyê dike ku ev ne tenê pirsa HDP û pirsa Kurdan e. Ev pirsa hemû xelkê Tirkiyê. Bila bêdeng nebin û bêdengî pesendkirina vê biryarê ye.

Top