• Friday, 13 February 2026
logo

Îran: Amerîka dixwaze Sûriyê parçe bike

Gulan Media August 19, 2019 Nûçe
Îran: Amerîka dixwaze Sûriyê parçe bike
Berdevkê Wezreta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Ebas Musewî ragehand, hewlên Amerîkayê bo pêkanîna herêma ewle li bakurê Sûriyê cihê dilgranîyê ye. Mûsewî dibêje Amerîka dixwaze Sûriyê parçe bike.

Ebas Mûsewî tekez kir ku ev karên Amerîkayê dibin sedema nearamîya navçeyê. Ji bilî wê jî destwerdane di karûubarên navxwe ya Sûriyê de û sedema têkdana asayîşa navçeyê jî.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Ebas Mûsewî herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku reftarên Amerîkayê li bakurê rojhelatê Sûriyê destidirêjîyeke eşkere ye bo ser yekparçeyî ya xaka Sûriyê û serwerîya wî welatî û bi berevajî yasayên navdewletî û peymanameyên Netewên Yekgirtî ye.

Li gor axiftina Mûsewî, divê nîgeranîyên Tirkiyê derbarê ewlehîya wê li ser sînûrên bakurê Sûriyê bi rêkeftina Sûriyê li gel Tirkiyê bihê çareserkirin û welatên din nabe dest bixin di nav evê pirsê de.

Basnews
Top