• Friday, 13 February 2026
logo

Binkeya Laleş: Hikûmeta Kurdistanê dê karên baş bo Şingalê bike!

Gulan Media August 19, 2019 Nûçe
Binkeya Laleş: Hikûmeta Kurdistanê dê karên baş bo Şingalê bike!
Berpirsê binkeya Laleşê li nahyaya Sinûnê diyar kir, çar salên pêş de dê hikûmeta herêma Kurdistanê karên baş li qeza Şingalê bo xelkê deverê bike.

Berpirsê binkeya Laleşê yê rewşenbîrî û civakî li nahyeya Sinûnê Dr. Silêman Fano ji basnewsê re ragehand: ‘’Tenê hêviya xelkê Şingalê bi hikûmeta herêma Kurdistanê heye, ku wan çar salên pêş de dê hikûmeta nû ya herêma Kurdistanê kar û xizmetên baş li Şingalê bike û dest bi ava kirin û ewlehiya Şingalê dê qahîm bike. Em bi vê bi hêvî ne, projeyên stratejîk û giring bo başkirina jiyana hemwelatiyan li deverê dê bên çêkirin. Ji ber em baş dizanin Bexda bo Şingalê çi tiştekî nake. Herwaha bicîhanîna madeya 140 a destûrê dê bê bicîhanîn û hemû pirsgirêkên Şingalê jî çareser bibin.’’

Herwaha Fano got: ‘’Xelkê Şingalê gelek geşbîne di wan salên pêş de, bo çêkirina projeyên av û elektrîk û binkeyên tenduristiyê, dibistan û cadeyên li devera Şingalê. Herwaha Serok Barzanî jî bo parêzgehbûna Şingalê bi rijd e û ev yek jî hêviyeke bo Şingaliyan ava kiriye, ku bi destê hikûmeta herêma Kurdistanê ve Şingalê dê bibe parêzgeh.’’

Basnews
Top