• Friday, 13 February 2026
logo

Li Qamişlo teqîn – Kesek hat kuştin

Gulan Media August 18, 2019 Nûçe
Li Qamişlo teqîn – Kesek hat kuştin
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, teqînek bihêz qewimî, herî kêm kesek hat kuştin.

Îro danê sibê li taxa Erboye ya bajarê Qamişlo, otomobîleka bombekirî teqiya.

Li gorî agahiyan, destpêkê du kes ji ber teqînê birîndar bûn lê yek ji birîndaran ji ber giraniya birînên xwe canê xwe ji dest da.

Hêzên ewlehiyê piştî teqînê tedbîrên tund girtin. Heta niha nayê zanîn ew teqîn ji aliyê kê ve hatiye kirin.



Basnews
Top