Li Efxanîstanê di salona şahiyan de teqîn: Herî kêm 63 kuştî û 182 birîndar
Hat ragihandin ku teqîn xwekujî bûye û kesê xwekuj çûye beşê mêran ê nav salonê û li wê derê xwe teqandiye. Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe, di nav kuştî û birîndaran de hejmarek zarok û jin jî hene.
Teqîn li navçeyeke Şîenişîn a Kabulê çêbûye û heta niha ti kes an aliyekî berpirsyariya wê li xwe negirtiye û hevdem Talîbanê jî ew êrîş şermezar kiriye.
Berdevkê Wezareta Navxwe ya Efxanîstanê Nasret Rehîmî jî ragihand ku li 6emîn herêma ewlehiyê demjimêr 22.40an di salona şahiyan Qesra Dubaî di teqînek çêbûye û herî kêm 63 kesan canê xwe ji dest dane.
Rudaw
