• Friday, 13 February 2026
logo

Penaber naxwazin li “navçeya aram” bêne bicihkirin

Gulan Media August 18, 2019 Nûçe
Penaber naxwazin li “navçeya aram” bêne bicihkirin
Piraniya penaberên Rojavayê Kurdistanê û Sûrî yên li Tirkiyê dibêjin ku ew naxwazin li navçeya aram bêne bicihkirin û ew tenê dixwazin vegerin herêma xwe.



Beşek penanerên Sûrî û Rojvayê Kurdistanê yên li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê ji rêkeftina Amerîka û Tirkiyê ya derbarê navçeya aram de dilgiran in û naxwazin ew bi zorê li wê herêmê bêne bicihkirin.



Di 5ê vê mehê de Amerîka û Tirkiye li ser avakirina navçeya aram rêkevtin. Li gor vê rêkevtinê niha navendên operasyonên hevbeş têne avakirin.



Tirkiye dixwaze penanerên xwe yên Sûrî li navçeya aram bi cîh bike, lê penaberên Sûrî bê îrade ne hin ji wan dibêjin, eger bêne neçarkirin, ew mecbûr in û ti bijardeyeke din li pêşiya wan namîne, lê hin penaber red dikin bi vî awayî vegerin û dibêjin, eger li ser wan hate ferzkirin, ew vegerin cem hikûmeta Sûriyê baştir e ku perîşan bibin û bikevin nava aloziyan.



Peyamnêrê Rûdawê Mehdî Mutlu li Rihyaê ji penaberên Rojavayê Kurdistanê û Sûrî pirsî: “Hun dixwazin vegerin navçeya aram bijîn ku xelkên we li wê derê nebin? Heke hun bi neçarî ji wan navçeyan re bêne veguhêstin hunê çi bikin?”



Penaberê Kurd Mehmûd Mele Îsa di bersiva xwe dibêje: “Em ji gefên Tirkiyê ditirsiyan ezmûna li Efrînê dubar bibe. Em dixwazin rêkeftin bi beşdariya hêzên navnetewî be. Em ti caran razî nabin devereke ne devera me be herin lê bicih bibin. Em dizwazin vegerin herêmên xwe.”



Penaberê ji Kobanî Zîwer Ehmed jî got: “Em dixwazin bi biryareke navnetewî navçeya aram pêk were û em vegerin bajarên xwe.”



Penaberê Kurd Mistefa Cindî diyar kir ku ew dixwazin navçeya aram di bin çavdêriya welatên Ewropayê de be û got: “Ez ji Kobanî me ez dixwazim vegerim wê derê. Divê her kes vegere herêma xwe nabe li herêmeke din bêne bicihkirin.”



Penaberê Ereb Ebû Sirac da zanîn ku ew ji bo aramiyê koçberê Tirkiyê bûne lê eger Tirkiye vegere li wan ferz bike ew dê vegerin û got:” Bê guman ez naxwazim herim herêmekê ku ti mirovên min lê nebin.



Penaberê Eren Mistefa Mihemed nerazîbûna xwe li hemberî bicihkirina penaberan li navçeya aram nîşan da û got: “Dest danîne ser min û biryara min. Ez herim ciheke din dê zerare bidim xelkê wê derê.”



Penaberê Ereb Ebû Zeyad jî anî ziman dê ji bo wan ti sûda navçeya ram nebe, çimkî li wê derê ti kar dê nebe. Li ser sînor debara jiyanê nine.”



Tirkiye dixwaze ku penaberan li gor plana xwe bi cîh bike. Hîn derdor pê bawer in ku Tirkiye li Rojava dixwaze guhertineke demografiyê bike.



Rudaw
Top