Serok Barzanî û Balyozê Yekîtiya Ewrupa li Iraqê civîyan
Îro roja şemî 17.08.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Ramon Blecua Balyozê Yekîtiya Ewrupa li Iraqê kir û bas li alîkarî û peywendîya hikumeta herêmê û Yekîtiya Ewrupayê kir û herdu alîyan dupatî li berdewamî û pêşvebirina peywendîyan kir.
Herweha Serok Barzanî supasîya piştevanîya welatên Ewropî kir û hêvî xwast li ser piştevanîkirina Herêmê ji hemû alîyan ve berdewam bin.
Waar.tv
