Hoşeng Osê: PKK bi dizî çavdêriya serkirdeyên xwe yên Rojavayî dike!
Nivîskar û rewşenbîrê kurd yê Rojavayê Kurdistanê, Hoşeng Osê di gotarekê de bi navê “Kurdên Sûriyê di navbera du paşkoyan de” behsa wan tohmetan kiriye ku ji aliyê PKKê ve arasteyî wan partiyên Rojavayê Kurdistanê yên ku alîgirtiya PDK û YNKê dikin, tên kirin.
Hoşeng Osê gotiye, ti carî PDK û YNKê rê nedane xwe destê xwe bixin nav karên kurdên Sûriyê û qedera wan destnîşan bikin, yan jî bi rêjîma Sûriyê re li ser doz û mafên kurdên Sûriyê danûstanê bikin. Wan partiyan gelekî jî hurmeta partiyên kurdî yên Sûriyê, ku alîgirtiya wan dikin, girtine. Lê PKKê wisa li kurdên Sûriyê kiriye ku him bo berjewendiyên xwe bi rêjîma Sûriyê re bikar anîne him jî kirine darê destê Amerîkî û welatên rojava her wiha di hevdîtinên ligel Tirkiyê de jî bikar anîne!
Osê rexne li xwe û kurdên Sûriyê girtiye û yên ku di nav PKKê de ne jî, girtiye û gotiye, eger rewş wiha bidome qedera Rojavayê Kurdistanê dê bikeve ber rehmeta şikesta partiyên kurdî û dîktatorî û bindestî û reftarên kirêt yên partiya Ocalan.
Wî nivîskarê kurd, navê çend serkirdeyên Rojavayî yên PKKê jî aniye ziman û gotiye, Şahîn û Aldar û Bahoz û Nasir Hacî Mensûr û serkirdeyên din yên kurd “rastî riswakirinê dibin ji aliyê mezinên Qendîlê ve!”
Hoşeng Osê amaje bi Şahîn (niha fermandeyê HSDê ye) jî kiriye û gotiye, Şahîn baş dizane herî dawî kî ew riswa kir! Çima û kengê hat riswakirin!
Osê daye zanîn ku PKK bi tundî çavdêriya serkirdeyên xwe yên kurdên Sûriyê dike, vê jî bi veşartî dike! Ew çavdêrî ji çavdêriya ku li ser Ocalan heye, bihêztir e!
Wî rewşenbîrê Rojavayî behsa nameyeka xwe jî kiriye ku sala 2011 ji Rostem Cûdî (yek ji fermandeyên Rojavayî yên PKKê ku di bordûmana Tirkiyê de canê xwe ji dest da) û Şahîn Cîlo re şandibû û ji wan re gotibû: Ez li dijî wê me Kurdistan mîna Lubnanê lê were, ez li dijî wê me bo çareserkirina nakokiyên siyasî çek were bikaranîn.
Hoşeng Osê behsa bersiva wan jî kiriye û gotiye, wê çaxê wan ji wî re gotibûn ku “tu dixwazî biçî ba neyar û dijminên me û nakokiyê bixî nav refên me!”
Osê berê xwe daye serkirdeyên PKKê û ji wan re gotiye: “Ev 8 sal derbas bûn. Ka kî ji me xwe firotiye rêjîma Sûriyê? Ma ez çûme mav Îtilafê? Gelo ez teslîm bûme û min agirbest ragihandiye? Min dest ji bîr û bawerî û rexneyên xwe berdaye yan jî ez çûme ba rêjîmê yan partiyekê?... Di van 8 salan de wêrankarî, rijandina xwînê, gendelî, şer û hederdana xwînê û şikandina kerametê ji aliyê PKK/PYDê ve hat kirin lê di vê heyamê de rexneyên min nebûn sebeba birîndarbûna tiliya kesekî jî! Ji ber wê jî wîjdana min li hember qurbaniyan asûde ye. Lê wîjdana yên ku hetanî niha serşor û zelîl in, çi lê hatiye!?”
Basnews
