• Friday, 13 February 2026
logo

Rojnamevanekî tirk: Tirkiye bûye esîrê siyaseta xwe ya xelet li hemberî kurdan!

Gulan Media August 16, 2019 Nûçe
Rojnamevanekî tirk: Tirkiye bûye esîrê siyaseta xwe ya xelet li hemberî kurdan!
Rojnamevanekî Tirkiyê dibêje, ew rêkeftinên ku Tirkiye li Sûriyê bi Amerîka û Rûsyayê re li hember kurdan dike, dê bibin sebeba wê ku Tirkiye bibe esîrê siyaseta xwe ya xelet li hember kurdan!

Nivîskarê rojnameva Karar ya Tirkiyê, Alî Bayramoglu di gotara xwe ya îro de behsa rêbaz û siyaseta Tirkiyê di çareserkirina pirsgirêka kurd de kiriye û gotiye, ya herî baş û rast ew e ku Tirkiye dest ji înkar û şer berde û berê xwe bide diyalog û rêkên demokratîk. Ji ber ku heta niha gelek caran rêbazên serbazî û înkarê hatine ceribandin lê ti tiştek nehatiye guhertin.

Alî Bayramoglu her wiha gotiye, hetanî duhî Tirkiyê dikarîbû bi çareserkirina pirsgirêka kurd li nav xwe de pêşiya wê yekê bigire ku ev pirsgirêk li seranserî Rojhilata Navîn belav bibe lê şert û rewşa ku îro hatiye pêş, ev derfet ji destê Tirkiyê standiye, çimkî rêkeftinên ku Tirkiyê li Sûriyê bi Amerîka û Rûsyayê re kiriye, bûne sebeba wê ku Tirkiye bibe esîrê siyaseta xwe ya xelet li hember kurdan.

Basnews
Top