• Friday, 13 February 2026
logo

Li Urmiyê dijatiya her tiştekî Kurdî tê kirin

Gulan Media August 16, 2019 Nûçe
Li Urmiyê dijatiya her tiştekî Kurdî tê kirin
Li bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê, ku rêveberiya vê di destê pêkhateya Tirkên Azerî de ye û hikûmeta Îranê jî piştgiriya wan dike, dijatiya her tiştekî têkildarî Kurdan tê kirin, herî dawî jî hewl tên dayîn rê li ber çalakiyên hunerî û kulturî yên Kurdan bigirin.



Li gor zanyariyên Rûdawê, ji roja sêşemiyê heta roja înê 23ê Tebaxê, çend çalakiyên hunerî û kulturî bi zimanê Kurdî li Urmiyê birêve diçin.



Di vê çarçoveyê de, biryar e li hola merasiman a Komeleya Kulturî û Hunerî ya Urmiyê, şanoyek bi zimanê Kurdî bê pêşkêşkirin. Şano bi navnîşana MÊDÊ A û ji derhêneriya Şebnem Yûsifî ye.



Ji bo vê yekê jî poster û reklamên şanoya bi Kurdî, li nav bajêr hatine daliqandin. Lê belê di çend rojên derbasbûyî de, hinek kesên nenaskirî dest bi dirandina reklam û posteran kirine û li hin cihan navên tirkî li ser wan nivîsandine.



Herwiha posterên grûpa hunerî ya Suwaro jî hatine dirandin ku rojên Sêşem û Çarşemiya vê heftiyê li Urmiyê konsêrt saz kir.







Grûpa hunerî ya Suwaro, grûpeke muzîkê ye û hunermend Fuad Yare serpireştiya wê dike.



Çend roj berî niha jî di civînekê de, Şaredarê Urmiyê yê Azerî, Mihemed Hezretpûr bi zimanê Azerî axivîbû ku nûnerekî Kurd ê Encûmena Bajarê Urmiyê li hember vê yekê bertek nîşan dabû.



Nûnerê Kurd ê Encûmena Bajarê Urmiyê, Xalid Hatemî daxwaz kiribû, ku axaftinên di civînê de bi zimanê fermî yê Îranê be, daku Kurd jî fêm bikin, lê belê şaredarê Azerî guh nedabû wê daxwazê û ji Hatemî re gotibû, eger ji axaftina bi zimanê Azerî hez nake, ew ne neçar e ku di cvînê de bimîne û li ser wê yekê jî ew nûnerê Kurd ji civînê derketibû.



Herwiha ji sala 2011an ve, bi biryareke Şaredariya Urmiyê, navên Kurdî li ser dikan, cihên bazirganî û giştî hatiye qedexekirin û hemû dikan û cihên ku navên Kurdî li ser bûn, navên wan hatin guherandin.



Tevî vê yekê, Şaredariya Urmiyê navên Azerî li gelek cade, kolan û parkên li nav bajarê Urmiyê kiriye.



Hikûmeta Îranê li hember wan reftar û kiryarên rêveberiya Urmiyê û hewlên bo dijatîkirina Kurdan, ti helwestek nîşan nedaye.



Bajarê Urmiyê yek ji bajarên Rojhilatê Kurdistanê û bajarê Simkoyê Şikak, serkirdeyê navdarê Kurd e. Li Urmiyê ji bilî Kurdan, pêkhateyên Azerî û Aşûrî jî dijîn, lê hikûmeta Îranê ji ber şîebûnê, piştgiriyê dide Azeriyan û rêveberiya bajêr û parêzgeha Urmiyê bi giştî daye destê wan.

Rudaw
Top