Hêzên Rûsî û Tirkî çavdêriya rewşa Til Rifatê dikin
Serokê Navenda Lihevatinê ya Rûsî li Sûriyê Alexei Pachin di daxuyaniyekê de ragihand, yekîneyên Polîsên Leşkerî yên Rûsî û hêzên Tirkiyê gereke çavdêriyê ya hevbeş li bajarokê Til Rifatê, Hirbil û Şêx Îsa ku navçeyeke kêmkirina aloziyan e encam dan.
Ev di demekê de her car şer û pevçûn di navbera hêzên Tirkî yên li Efrîn û Ezazê û YPGê de li derdora Til Rifatê derdikevin û artêşa Tirkiyê gundên navçeya Şêrewa û gundê devera Şehbayê topbaran dike.
Roja 9ê vê mehê jî YPGê baregeheke Tirkiyê li gundê Kîmarê yê Efrînê topbaran kiribû û di encamê de leşkerekî Tirk hatibû kuştin û 5 leşkerên din jî birîndar bûbû.
Berî çend rojan jî Serokomarê Tirkiyê ragihandibû, welatê wî gavên cidî davêje ji bo Til Rifatê û Girê Spî bixe nava “herêma ewle”
Bajarokê Til Rifatê dora 25 K.M li rojhilatê Efrînê ye û ji sala 2016an ve di destê YPGê de ye. Piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve zêdetir ji 200 hezar Efrînî derbiderî Til Rifat û derdora wê bûne.
K24
