Li Hindîstanê ji ber lehiyê 270 kesan can ji dest dane!
Baranên zêde yên muson, ku ji Hezîranê heta Îlonê berdewam dikin, bandorên xirab li jîyana Hîndistanîyan dike. Li gor daxuyaniya rayedaran heta niha mîlyonek kes derbeder bûne û li şeş eyaletan bi hezaran xanî hilweşiyane.
Herêmên Kerala, Karnataka, Maharashtra û Gujarat li başûrê Hîndistanê ji baranên zêde û lehîyan zererên herî mezin dîtine û bi hezaran hektar zevî û herwiha gelek rê û hesinrê di bin avan de mane.
Rayedaran dîyar kir ku li pirtir ji 95 kesan li Kerala jiyana xwe ji dest dane, herî kêm 50 kesên din winda bûne û ji 100 kesan zêdetir jî li deverên dûrdest asê mane.
Wezîrê Hîndistanî Pinarayi Vijayan ragehand ku dora 190,000 kes hin li kampên tengavî yên kindemî dimînin, lê bi nizimbûna avên lehîyê hîn kes vedigerim cîh û warên xwe.
Basnews
