• Friday, 13 February 2026
logo

Şandeke leşkerî ya Amerîkayê diçe Rihayê

Gulan Media August 15, 2019 Nûçe
Şandeke leşkerî ya Amerîkayê diçe Rihayê
Şandeke Fermandariya Hêzên Amerîkayê yên li Ewropayê îro serdana Tirkiyê kir û Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihandiye, ew şand dê serdana Rihayê jî bike.



Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, Cîgirê Fermandarê Fermandariya Hêzên Amerîkayê yên li Ewropayê, General Stephen Twitty û şandeke pê re îro serdana Tirkiyê kir û li Enqere bi Fermandariya Artêşa Tikriyê re hevdîtin pêk anî.



Di daxuyaniyê de tê gotin, ew şanda leşkerî ya Amerîkayê dê ji bo dîtin û şopandina karûbarên avakirina navenda operasyonên hevbeş a ji bo damezrandina navçeya aram, serdana Rihayê bike.



Tirkiye û Amerîkayê roja 7ê vê mehê ragihandin, di encama danûstandinên rayedarên leşkerî yên herdu welatan de, herdu alî bi hev re li ser “avakirina navçeya aram bi hev re” û “damezrandina navendeke hevbeş bo hevahengî û birêvebirina karên damezrandina navçeya aram” li hev kirine.



Herwiha roja 12ê Tebaxê jî (beriya 3 rojan) şandeke 6 kesî ya leşkerî ya Amerîkayê serdana Rihayê kiribû û di çarçoveya pêngavên ji bo pêkanîna navenda operasyonên hevbeş de, li aliyê Tirkiyê, li ser sînorê navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê lêkolîn kiribû.

Rudaw
Top