• Friday, 13 February 2026
logo

Serok Barzanî: PDK hertim di eniya pêş ya berevaniyê de bûye

Gulan Media August 15, 2019 Nûçe
Serok Barzanî: PDK hertim di eniya pêş ya berevaniyê de bûye
dibêje piştgîriya xelkê sermayeya bêdawî ya PDKê ye
Serok Barzanî îro bi minasebeta 73 saliya damezrandina partiya demokrata Kurdistanê peyameke pîrozbayî weşand ku ev jî tekesta vê ye;

Bi minasebeta 16ê Tebaxê 73mîn salvegera damezrandina partiya demokrata Kurdistanê, pîrozbayên xwe pêşkêşî tevahiya kadro, endam û alîgirên PDK û herwiha malbetên serfiraz yên şehîdan, pêşmergeyên qehreman û xelkê Kurdistanê dikim.

PDK ji roja damezrandina xwe ve heta îro hertim di eniya pêşî ya berevanî kirin ji mafên reva yên gelê Kurdistanê bûye û ji bo serfiraziya gelê Kurdistanê li gel hêzên din yên têkoşer ên Kurdistanê qurbaniyên gelek mezin daye.

PDK bi siyaseteke rast û dirost têkoşana xwe meşandiye, armancên steratejîk diyar kiriye û heta îro jî bi meşiyan li ser rêbaza pîroz ya Barzanî weke rêbaza rastîn ya Kurdatiyê di diroşim û piratîkê de her yekeme.

Bi vê minasebetê lazime careke din spasiya berxwedana kadro û endamên PDK û xelkê Kurdistanê bikim piştîvanî û berxwedana we sermayeya bêdawî ya PDKê ye, hêzeke zêdetir dide me û hewl û têkoşana me ya bo dabîn kirina pêşerojeke geştir bihêztir dike.

Silav li canê paqêj yê şehîdan

Silav li pêşmergeyên qehreman

Bijî Kurdistan

Hertim şad û serfiraz bin

Top