Hewlêr û Bexda bo cîbicîkirina madeya 140 dicivin
Mela Nasir Ehmed ji BasNewsê ra axivî û got: Piştî Cejna Qurbanê şandeka Herêma Kurdistanê wê biçe Bexdayê û wê ligel Hikûmeta Iraqê bicive bi armanca guftugoyan madeya 140 a destûra Iraqê.
Herwiha Mela Nasir Ehmed da zanîn ku hikûmeta Iraqê bêyî Pêşmerge nikare navçeyên Kurdistanî kontrol bike. Roj bi roj rewşa emnî li wan bajaran xirabtir dibe.
Herwiha Mela Nasir amaje bi wê yekê jî kir ku Bexdayê destpêxşeriyek amade kiriye bo cibicîkirina madeya 140 û ew yek jî hengaveke başe bo rêkeftina Bexdayê û Hewlêrê.
Herwiha di roja yekem a Cejna Qurbaê da Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl ragihandibû ku ew guftugoyan ligel artêşa Iraqê dikin bo vegera Pêşmerge bo herêmên Kurdistanî û kontrolkirina rewşa emnî li wan herêman.
basnews
