• Friday, 13 February 2026
logo

Cîgirê Wezîrê Bergirî yê Sûriyê seredana Qamişlo û Hesekê kir

Gulan Media August 14, 2019 Nûçe
Cîgirê Wezîrê Bergirî yê Sûriyê seredana Qamişlo û Hesekê kir
Cîgirê Wezîrê Bergiriya Sûriyê seredana Qamişlo û Hesekê kir û ligel fermandarên Artêşê civiya.

Hatiye belav kirin, ku Cîgirê Wezîrê Bergirî yê Sûriyê Lîwa Elî Salih roja Duşemiyê gihiştiye firokxaneya bajarê Qamişlo û li Fewcê Terteb ligel fermandarên artêşa xwe re civiya ye. Piştre seredana bajarê Hesekê kiriye û li wir jî, li Çiyayê Kewke ligel fermandarên artêşê re civiya ye.

Li gor zanyariyên hatine belav kirin, wî fermandarî, daxwaza avakirina xalên nû yê çavdêrî û bergiriyê kiriye.

Hikûmeta Sûriyê du fewcên wê li bajarê Qamişlo û Hesekê hene, herwiha du çargoşeyên ewlekariyê li her du bajaran di jêr destê wê de ne, ku firokxane û hejmareke damûdezgehên giring ên dewletî li xwe digre...

K24
Top