• Friday, 13 February 2026
logo

Ciwanên Kurd beşdarî Foruma Ciwanan a Cîhanî dibin

Gulan Media August 14, 2019 Nûçe
Ciwanên Kurd beşdarî Foruma Ciwanan a Cîhanî dibin
2 ciwanên Kurd li ser navê herêma Kurdistanê beşdarî Foruma Ciwanan a Cîhanî ya Eurasia dibin.



Foruma Ciwanan a Cîhanî bi mebesta piştevaniya bo proje û boçûnên ciwanan, her sal li welatên cuda tê pêkanîn. Ew kombûna ciwanan îsal li Rûsyayê tê encamdan.



Ciwanên Kurd ên bi navên Peywend Sûbhî û Mihemed Ebbas jî îsal li ser navê Herêma Kurdistanê beşdarî Foruma Global a Eurasia dibin û projeya xwe ya derbarê parastina hawirdorê de pêşkêş dikin.



Peywend Sûbhî ji Rûdawê re aşkere kir ku wan 2 proje amade kirine û û got, “Em bi wan projeyan dixwazin him xizmeta welatiyên Herêma Kurdistanê û him jî xizmeta hawirdorê bikin.”



Projeyek taybet derbarê Kerkûkê de ye



Ew ciwanê Kurd dibêje wan projeyek taybet derbarê Kerkûkê de amade kiriye û radigihîne ku armanca wan ji vê projeyê jî ew e ku welatiyan han bidin bo ku bikaranîna plastîkê kêm bikin û bi vî awayî hawirdora Kerkûkê paqij bihêlin.”



Ew ciwanê Kurd radigihîne ku projeyên derbarê kêmkirina madeyên plastîk de hatine amadekirin û diyar dike, “Bi vê boneyê em dê navendeke ku plastîk tê de tê firotin pêk bînin. Herwiha em dê derfetên kar jî dabîn bikin. Ji aliyekê rêjeya bêkariyê dê kêm bibe û li aliyekê jî em dê hawirdorê biparêzin.”



Ciwanên Kurd ji bo handana xwendinê projeyên cuda pêkanîne û dibêjin bi vî awayî dê rêjeya xwendin û nivîsandinê jî zêde bibe.



Îsal ji hejmareke welatan, 110 ciwan beşdarî Foruma Global a Eurasia 2019 a li Rûsyayê dibin.

Rudaw
Top