• Friday, 13 February 2026
logo

Li Bexdayê teqîneke bihêz rû da

Gulan Media August 13, 2019 Nûçe
Li Bexdayê teqîneke bihêz rû da
Li Bexdaya paytexta Iraqê, îro di saetên êvarî de teqîneke bihêz rû da.



Berpirsê Rêveberiya Giştî ya Berevaniya Şaristaniyê ya Iraqê, ji Rûdawê re ragihand ku di depoya çek û cebilxane li Serbazgeha Saqir a ku dikeve başûrê paytexta wî welatî teqîneke bihêz rû daye.



Li gor zanyariyên ku Rûdawê ji Rêveberiya Giştî ya Berevaniya Şaristaniyê ya Iraqê wergirtine, di wê depoya çek û cebilxane ya li devera Werc de, destpêkê şewat derketiye û piştre teqemeniyên di wê depoyê de li pey hev teqiyane.



Berpirsê Berevaniya Şaristaniyê ya Iraqê dibêje, ji ber teqînê çend mûşekên di wê depoyê de ketine nêzikî tîmên Berevaniya Şaristaniyê lê ti ziyaneke canî çênebûye.



Hatiye ragihandin ku xebatên vemirandina agir di wê depoyê de berdewam dikin û heta niha derbarê ziyanên canî û madî de daxuyaniyeke fermî nehatiye belavkirin.

Rudaw
Top