• Friday, 13 February 2026
logo

Brîtanya keştiyeke cengê dişîne kendavê

Gulan Media August 13, 2019 Nûçe
Brîtanya keştiyeke cengê dişîne kendavê
Bo parastina tevgera deryayî, Brîtanya keştiyeke cengê dişîne Kendava Erebî û dê tevlî tîma navdewletî ya bi serokatiya Amerîka bibe.

Medyaya Brîtanî ragihand, keştiya cengî “Kent” dê cihê xwe li şûna keştiya “Duncan” li Kendava Erebî bigire.

Ji aliyê xwe ve Peyvdarê Hêzên Deryayî ya Brîtanyayê ragihand, biryar e keştiya “Kent” ligel hevpeymanên Amerîkî di çarçova mîkanîzma nû ya parastina tevgera deryayî de kar bike.

Tekez kir jî, ew keştî dê bi erkê rûbirûbûna terorê û qaçaxiyê rabe. Herwiha dê parastina keştiyên ku ala Brîtanyayê hildigirin û di tengeava Hurmizê re derbas dibin bike.

Ev gava Brîtanyayê piştî wê yekê tê, Îranê li hember desteserkirina keştiyeke xwe ji aliyê Brîtanya ve, ji roja 19 meha bûrî ve dest bi ser keştiyeke Brîtaniya de girtiye.

Îran pêşniyaz dike, ew her du welat keştiyan bi hev biguherînin, lê Brîtana wê pêşniyazê red dike.

K24
Top